NY: Li Cîhanê 676 milyon jin di bin metirsiyê de ne

Rêxistina Karûarên Jinan a Neteweyên Yekbûyî ragihand di sala 2025’an de zêdetirî 9 hezar bûyerên tundiya zayendî hatine tomarkirin. Li gorî NY'yê, 676 milyon jin jî di bin metirsiyê de ne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêxistina Karûbarên Jinan a Neteweyên Yekbûyî, der barê rewşa jinan a ji ber şeran de raporek belav kir.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku cîhan di qonaxa herî dijwar a şerên çekdarî de piştî sala 1946’an re derbas dibe.

Li gorî wê, heta niha 676 milyon jin li herêmên metirsîdar de dijîn.

Di şer û pevçûnên sala 2025’an de zêdetirî 37 hezar sivîl hatine kuştin ku yek ji pênc parên wan jin bûn.

Di sala 2025’an de zêdetirî 9 hezar bûyerên tundiya zayendî hatine tomarkirin.

Her wiha 676 milyon jin jî di bin metirsiyê de ne.

Li Sûdanê tundiya zayendî çar qat zêde bûye.

Li Xezayê ji ber şer û koçeriyê 700 hezar jin ji ber nebûna kelûpelên tendurustiyê gihîştiye asta karesatê.

Li Ûkraynayê jî, jin ji sedî 72 ji rêjeya bêkariyê pêk tînin û dahata wan ji ya mêran kêmtir e.

Her wekî li Afganistanê jî ji sedî 78 ji jinên ciwan ji xwendin û kar hatine bêparkirin.

Ev yek jî rêjeya mirina dayikan di dema zayînê de, zêdetirî ji sedî 50 bilind kiriye.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye