Li Amedê deklarasyona Roja Jinan A Cîhanê hat eşkerekirin

Tevgera Jinên Azad li Amedê deklarasyona Roja Jinan a Cîhanê eşkere kir. TJA’ê di daxuyaniya xwe de got: “8’ê Adarê roja pîrozkirina avakirina jiyana nû ye.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bi boneya nêzîkbûna 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Tevgera Jinên Azad (TJA), li Qonaxa Cemîl Paşa ya li navçeya Sûrê ya Amedê deklarasyona 8’ê Adarê eşkera kir.

Deklarasyona bi dirûşma “Em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihûnin” hat ragihandin.

Naveroka daxuyaniyê jî wiha ye:

"Îro ne tenê rojeke pîrozbahiyê ye, di heman demê de bangeke dîrokî ye ji bo berxwedan, hevgirtin û têkoşîna wekheviyê.

Îroj, roja bilindkirina dengê bi milyonan jinan e.

Ên ku keda wan nayê dîtin, tacîz û tecawiza li ser wan hatî normalîzekirin, jiyana wan tê kontrolkirin, mehkûmî newekheviyê hatî kirin û her bi tundî û komkujiyan re rû bi rû mane."

TJA: Asta tundiya li hemberî jinan li tevahî cîhanê bilind bûye

TAJ'ê di daxuyaniya xwe de rave kir ku jin hîn jî li mal, kar, kolanan, Zanîngehan, kargehan û li zeviyan bi cureyên tundiyê re rû bi rû dimînin û wiha domand:

"Dema em bala xwe didinê ne tenê hejmarên li Tirkiyeyê, di heman demê de di daneyên ji çar aliyên cîhanê de jî dişibin hev nîşan didin ku tundiya li ser jinan êrişeke sîstematîk e.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, li seranserî cîhanê di her 10 deqîqeyan de jinek an zarokeke keç ji aliyê zilamên herî nêzî xwe ve tê kuştin."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew di wê baweriyê de ne ku bi şoreşa jinê wê hemû civak azad bibe û wiha lê hat zêdekirin:

"Bi rêhevalên xwe yên mêr ên ku îdia û pratîka wan a ji bo jiyaneke azad heye re em ê vê yekê pêk bînin.

Em di avakirina hevjiyaneke azad de guherîn û veguherîna mêran a di nav pergala heyî de weke pêngaveke şoreş a herî mezin dibînin."

TJA: Li dora konfederalîzma demokratîk a jinan bibin yek

TJA'ê bang li hemû jinan kir ku li dora Konfederalîzma Demokratîk a Jinan bibin yek û bi hev re li dijî êrişên rêxistinkirî yên herêmî û cîhanî jiyaneke nû ava bikin û wiha bidawî kir:

"Êşa me hevpar e, têkoşîna me hevpar e. Niha, berpirsiyariya dîrokî li ser milê her yek ji me ye ku em van veguherînin avakirina jiyaneke nû ya bi hev re.

Em jinên li çar aliyên cîhanê, bi taybetî jî yên li Kurdistan û Rojhilata Navîn vedixwînin ku di têkoşîna hevpar a li dijî êrişên pergala serdest a mêr de werin mil bidin milên me.

Bi boneya nêzîkbûna 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Tevgera Jinên Azad (TJA), li Qonaxa Cemîl Paşa ya li navçeya Sûrê ya Amedê deklarasyona 8’ê Adarê eşkera kir.

Deklarasyona bi dirûşmeya “Em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihûnin” hat ragihandin.

Naveroka daxuyaniyê jî wiha ye:

"Îro ne tenê rojeke pîrozbahiyê ye, di heman demê de bangeke dîrokî ye ji bo berxwedan, hevgirtin û têkoşîna wekheviyê.

Îroj, roja bilindkirina dengê bi milyonan jinan e.

Ên ku keda wan nayê dîtin, tacîz û tecawiza li ser wan hatî normalîzekirin, jiyana wan tê kontrolkirin, mehkûmî newekheviyê hatî kirin û her bi tundî û komkujiyan re rû bi rû mane."

TJA: Asta tundiya li hemberî jinan li tevahî cîhanê bilind bûye

TJA'ê di daxuyaniya xwe de rave kir ku jin hîn jî li mal, kar, kolanan, Zanîngehan, kargehan û li zeviyan bi cureyên tundiyê re rû bi rû dimînin û wiha domand:

"Dema em bala xwe didinê ne tenê hejmarên li Tirkiyeyê, di heman demê de di daneyên ji çar aliyên cîhanê de jî dişibin hev nîşan didin ku tundiya li ser jinan êrişeke sîstematîk e.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, li seranserî cîhanê di her 10 deqîqeyan de jinek an zarokeke keç ji aliyê zilamên herî nêzî xwe ve tê kuştin."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew di wê baweriyê de ne ku bi şoreşa jinê wê hemû civak azad bibe û wiha lê hat zêdekirin:

"Bi rêhevalên xwe yên mêr ên ku îdia û pratîka wan a ji bo jiyaneke azad heye re em ê vê yekê pêk bînin.

Em di avakirina hevjiyaneke azad de guherîn û veguherîna mêran a di nav pergala heyî de weke pêngaveke şoreş a herî mezin dibînin."

TJA: Li dora konfederalîzma demokratîk a jinan bibin yek

TJA'ê, bang li hemû jinan kir ku li dora Konfederalîzma Demokratîk a Jinan bibin yek û bi hev re li dijî êrişên rêxistinkirî yên herêmî û cîhanî jiyaneke nû ava bikin û wiha bidawî kir:

"Êşa me hevpar e, têkoşîna me hevpar e. Niha, berpirsiyariya dîrokî li ser milê her yek ji me ye ku em van veguherînin avakirina jiyaneke nû ya bi hev re.

Em jinên li çar aliyên cîhanê, bi taybetî jî yên li Kurdistan û Rojhilata Navîn vedixwînin ku di têkoşîna hevpar a li dijî êrişên pergala serdest a mêr de werin mil bidin milên me.

Ji bo ku em îrade, deng û jiyana xwe bilind bikin, em hemû jinan vedixwînin ku di hefteya 8’ê Adarê de tev li berxwedan û avakirinê bibin û em 8’ê Adarê ya her jinekê bi coşek mezin pîroz dikin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye