Ne dan û standin gihaştin serî û ne jî gefên ji nû ve destpêkirna şer bi dawî bûn.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, li Qesra Spî li ser dan û standinên bi Îranê re axivî û wiha got:
"Em ê bibînin ka çi dibe. Me derbeyeke pir bihêz li wan da.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wê bi Îranê re wekî ku bi Venezuelayê re tevgeriyaye, tevbigere."
Trump îdia kir ku Tehran bi lez li rêkeftinekê digere.
IRNA: Serfermandarê artêşa Pakistanê ji bo dan û standinan diçe Îranê
Ajansa IRNA, li ser zimanê çavkaniyeke dîplomatîk, ragihand ku serfermandarê artêşa Pakistanê, Moşîr Asim Munir, ji bo dan û stadinan çû Îranê.
Munir serkêşiya hewldanên navbeynkariyê yên Îslamabadê ji bo bidawîanîna şerê di navbera Amerîka û Îranê de dike.
Li gorî IRNA`yê tê payîn ku Moşîr Asim Munir di serdana xwe ya Tehranê de, wê bi rayedarên payebilind ên Îranî re bicive.
Wezîrê Karên Hundir ê Pakistanê Mohsin Neqvî jî ev sê roj in li Îranê ye da ku hewl bide di dan û standinên di navbera Washington û Tehranê de rewşa bêçare, çare bike.
Li gorî Reutersê, tîmeke dan û standinê ya Qeterê wê rojê bi hevrêzî ligel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê gihîşt Tehranê.