Li Sûdanê êrîş: 33 kes mirin

Li Sûdanê êrîşa bi balafirên bêmirov bi ser du bazaran de, pêk hat. Di encamê de, kuştî û birîndar çêbûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Sûdanê, bi awayekî rojane welatî ji ber şer û pevçûnan tên kuştin.

 

Herî dawî bi riya balafirên bêmirov, êrîş li ser du bazarên li başûr rojavayê Sûdanê çêbû.

 

Di encama van êrîşan de, 33 kes hatin kuştin û 59 kesên din jî birîndar bûn.

 

Cihê ku hatiye armanckirin, di bin kontrola Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ye.

 

Hê jî 30 kes li nexweşxaneyê tên dermankirin

 

Çavkaniyeke bijîşkî li Nexweşxaneya Ebû Zebadê, da xuyakirin ku du dronên bêmirov bazarên Ebû Zebad û Wad Banda li eyaleta Kordofana Rojava bombebaran kirin.

 

Her wiha heman çavkaniyê eşkere kir ku 59 kes birîndar bûne û 30 kes ji wan hîn jî li nexweşxaneyê têne dermankirin û wiha anî ziman:

 

"Rewşa nexweşxaneyan li Sûdanê pir kambax e, ji ber kêmbûna giran a derman û alavên bijîşkî, ew êdî nikarin birîndaran pêşwazî bikin."

 

 

Niştecihekî Ebû Zebadê bi navê Hemmed Abdullah ji çapemeniyê re axivî û wiha got:

 

"Me duh 20 kuştî ji ber êrîşa bêmirov a artêşê li ser bazara Ebû Zebadê veşartin.

 

Çar ji wan xizmên min bûn ku li bazarê dixebitîn."

 

Li aliyê din çavkaniyek leşkerî ji artêşa Sûdanê van tohmetan red kir û wisa berdewam kir:

 

"Hêzên me deverên sivîlan bombebaran nakin, ev derewek ku rastiya wî nîne.

 

Hêzên me tenê serhildêran, alav û depoyên çekên wan hedef digirin."

 

Heya niha jî êrîş ji aliyê kî ve hatiye kirin nediyar e. Li herêmê li hember sivîlan gelek êrîşên bi vî rengî çêbûn lê her du alî jî berpirsiyariya van êrîşan nagire ser xwe.

 

 

Kordofan xaleke girîng a derbasbûnê ye

 

Herêma Kordofan ji aliyê petrol û çandiniyê ve dewlemend û berhemdar e.

 

Kordofan wekî xaleke derbasbûnê ya girîng di navbera Darfûra li rojava û Xartûm û bajarên rojhilatê Sûdanê de, tê hesibandin.

 

Şerê di navbera her du aliyan de ji nîsana 2023`an û vir ve didome.

 

Ev şer bûye sedema mirina bi deh hezaran kes û koçberbûna zêdetirî 11 milyon kesan.

 

Neteweyên Yekbûyî eşkere kir ku zêdetirî 20 milyon kes hewcedariyên wan bi alîkariyên mirovî hene.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye