Rûsyayê li Odesayê depoyên sotemeniyê yên Ukraynayê teqandin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan li herêma Odesayê êrîş birine ser binesaziya port û depoyên sotemeniyê yên artêşa Ukraynayê û derbên giran li xetên lojîstîkî yên li ser Deryaya Reş xistine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hêzên rûs şevê din bi çekên giran, moşek û dronan êrîşî herêma Odesa û derdora wê kirin. Li gorî daxuyaniya fermî ya wezaretê, di van êrîşan de çendîn xalên stratejîk ên artêşa Ukraynayê rasterast hatine pêkanîn.

Di nava cihên ku hatine rûxandin de, depoyên mezin ên sotemeniyê û rûnên makîneyan ên li portên Odesa û Çornomorskê hene. Her weha tankên lojîstîkî yên li bajarokên Bîlyarî û Novî Bîlyarî, ku wekî xetên dabînkirina artêşa Ukraynayê dihatin bikaranîn, bûn armanca moşekan.

Ev êrîş bi armanca rawestandina alîkariyên leşkerî û çekên ku ji welatên Rojava di ser Deryaya Reş re digihêjin destê Ukraynayê hatine kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye