Makînîstê teqawidbûyî William Malet 23'yê kanûna 2022'yan li ber Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kaya ya li herêma 10'emîn a êrîşeke çekdarî pêk anîbû.
Di encamê de yek ji tevgera jinên Kurd Evîn Goyî (Emîne Kara), muzîkjen Mîr Perwer û endamê komeleyê Abdulrehman Kizil hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
Di lêkolînê de, nirxandinên psîkiyatrîk der barê wî de hatin kirin.
Di nirxandinan de nexweşiyeke ruhî ya cidî nehat tespîtkirin.
Di îdîanameyê de nirxandin ku 3 kes ji ber nijadê hatine kuştin û hat diyarkirin ku ji bo Malet ji sûcên teşebûsa cînayetê were darizandin, îspata têrker heye.