Salek di ser dagirkirina Şehbayê re derbas bû

Li ser dagirkirina Kantona Efrîn Şehbayê ji aliyê girûpên çekdar ên bi ser Tirkiriyê ve salek derbas dibe. Koçberên Efrînê Ji bo rojekê bi ewle vegerin ser mal û milkên xwe li Şehbayê bi cih bibûn, lê careke din koçber bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Salek li ser dagirkirina Kantona Efrîn- Şehbayê ji aliyê girûpên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk ve derbas dibe.

Koçberên Efrînê da ku rojekê bi ewle vegerin ser mal û milkên xwe li Şehbayê bi cih bibûn, lê careke din neçarî koçberiyê bûn.

Di 27`ê Mijdara 2024`an, girûpên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk dest bi êrîşan li ser Kantona Efrîn- Şerhbayê kirin.

Di 29`ê heman mehê de jî girûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê êrîşî Şehbayê kirin, ji ber kiryarên girûpên çekdar ên li dijî xelkên Şehba û koçberên Efrînê neçar man koçber bibin.

Girûpên çekdar yên girêdayî Tirkiyê êrişên berfireh yên revandin û kolekirinê li dijî sivîlên li herêmên Şehba yên asê mabûn, pêk anîn.

30`ê Mijdarê ji ber êrîşên dijwar ên dewleta Tirk xelkên Til Rifet, Heleb,koçberên Efrînê û Şehba berê xwe dan herêmên bi ewle yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojahilatê Sûriyê.

Karwanên koçberan li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bûn.

Ji aliyê gel û saziyên kantonê ve hatin pêşwazîkirin û li cihên hatine amadekirin hatin bicihkirin.

Bi dehhezaran xelkên Şehba û koçberên Efrînê koçberî bajarên Reqa, Tebaqa,  Kobanê, Hesekê, û Qamişlo bûn li wir  Rêveberiya Xweser pêşwaziya wan kir.

Di wê demê de ji bo pêşwazîkirina karwanê koçberan û bicihkirina wan, tevahî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser seferberî ragihand û bi hemû derfetên xwe yên heyî koçberên herêmên dagirkirî pêşwazî kirin.

Piştî hilweşîna Rêjîma Baas a Esed di 8`ê kanûna 2024`an de Sûriyê derbasî qoneke nû bû.

Di 10`ê adara 2024`an de Fernamdarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD`ê Mazlûm Ebdî  û Hikmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera peymanek 8 xalî îmze kirin.

Benda 5`an a peymanê  ew e ku koçberên ku ji cih û warên xwe hatine derxistin, divê vegerin gund û bajarên xwe û ji hêla dewleta Sûriyê ve bên parastin. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye