Di dîroka 19'ê Kanûna 2024'an de li Rojavayê Kurdistanê li ser Bendava Tişrînê ji sê aliyan ve êrîş pêk hatin.
Nazim û Cîhan jî weke rojnamevanên heqîqetê berê xwe dan Bendavê.
Her du rojnamevan şopên êrîşan, ziyanên ku derketine holê bi dîmenên xwe ji cîhanê re ragihandin.
Wê rojê saet 15:20'an Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgin ji aliyê SIHA'ya Dewleta Tirk ve hatin qetilkirin.
Nazim daştan di sala 1992'an de li navçeya Giyadîn (diyadîn) a Agirîyê ji dayik dibe.
Piştî ku dibistana navîn li Agiriyê diqedîne, ji bo zanîngehê diçe Dîlokê. li wir çapemeniya azad nas dike û berê xwe dide rojnemevaniyê.
Cîhan Bîlgîn di sala 1995'an de li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji dayik dibe.
Di sala 2014'an de 'çapemeniya azad nas dike û tevlî Ciwanên Apê Musa dibe.
Kar û xebata rojnamevan Nazim Daştan
Nazim dema ku li zanîngehê dixwend, medyaya Kurdî nas dike.
Di sala 2012'an de, wekî nûçegihanek li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DIHA) dest bi karê xwe ya rojnemevaniyê dike.
Dema ku êrîşên DAIŞ'ê di sala 2014'an de dest pê kir, ew çû Rojava. Wî şer û pevçûnên li Efrîn û piştre jî li Kobanê şopand.
Di sala 2015'an de, li Silopiyê şahidiya binpêkirinên qedexeya derketina derve kir.
Di sala 2016'an de wekî nûçegihan ji bo DIHA’yê dest bi xebatê kir.
Her wiha wî bi wêneyekî malbateke ku di bombebarana Efrînê de ku 21 sivîl tê de hatin kuştin, 26'emîn Xelata Rojnamevaniyê ya Musa Anter wergirt.
Kar û xebatê rojnamevan Cîhan Bîlgîn
Cîhan Bîlgîn di Sala 2014`an de li Bakurê Kurdistanê, dest bi fakulteya hiqûqê dike.
Li Amedê beşdarî belavkirina rojnameyên Azadiya Welat û Ozgûr Gundemê dibe.
3 salan li Bakurê Kurdistanê xebatên xwe yên belavkariyê berdewam dike.
Piştre berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê.
Sala 2017`an Cîhan derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe û diçe bajarê Kobanê û wekî nûçegihanek ji bo ajansa nûçeyan a hawarê (ANHA) dest bi xebatê dike.
Êdî bi Şoreşa Rojava re dest bi nûçegîhaniya şer dike û xwe dide ber berpirsyartiyê.
Bi nasnameya nûçegîhana şer tevlî hemû pêvajoyên şoreşa Rojava dibe.
Her wiha di tevahiya sala 2024'an de, Cîhan Bîlgîn êrîşên dewleta tirk li herêmên Tişrîn û Qereqozaqê şopandin.
Her du Rojnemevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, di 19”ê kanûna 2024’an de dema şopandina bûyerên li Bendava Tişrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji hêla SÎHAyên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin.