Li navçeya dîrokî ya Amedê Sûrê piştî şerê yek ali yê Dewletê 2015-2016`an ji 2`ê kanûna 2015`an heta dawiya sala 2022`an ji aliyê Dewleta Tirkiyê ve ketina nava taxê hate qadexekirin.
Armanckirina Sûre pirrengiya civakî ji holê rakirin e
Piştî qedexeyê politîkayên hilweşandina avahiyên şêniyan, Dêr, Mizgeft û heya tevahiya Bîra bajêr hat hedefgirtin.
Li gorî raporeke 2019'an a Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmaran a Tirkiyê (TMMOB) 3 hezar û 569 avahî ku 334 ji wan tomarkirî bûn, hatin hilweşandin. Lê belê tê texmînkirin ku ev hejmar pir zêdetir e.
Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglû Pêvajoya şer ya wê demê wekî "Em ê Sûrê veguherînin Toledoyê" bi nav kiribû. Lê belê piştî qedexeyê derket holê ku pevajoya pişaftin û radestgirtinê kiriye armanc.
Dewletê kargeh û navendên çandê yên Sûrê radestî sermayedaran kirin
Rastiya Dewletê li deverên hilweşandî ku şûna wan avahiyên bi şêweyê girtigeh, yekreng bi têlan hatiye dorpêçkirin, kargeh û Navendên çandê ku radestî Sermayedaran hate kirin eşkere kir.
Pêre girêdayî qadên ku behsa wan tê kirin mankenên ji derveyî welat anîn û veguherandin podyûmê. Ji bo bîra civakê were jibîrkirin.
Belgefîlma li ser bîra bajêr hatiye amadekirin eşkere dike ku çawa bajar bi polîtîkaya "ji nûve avakirinê" hatiye nebankirin û ji nasnameya xwe hatiye bêpar hiştin.
Belgefilm ne tenê avahiyên hatiye hilweşandin dikşîne heman wext jiyanên ku bi wan re hatine hilweşandin jî tomar dike.
Belgefîlma ji aliyê Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azad Altay ve hatiye çêkirin eşkere dike ku “Bîra Sûrê” ne tenê belgefilmeke, heman demê Çîroka Bîreke berxwedêr e.