Rêveberê Rewşa Awarte ya Dihokê Heysem Berbeharî ragihand ku ev qeza, li gundê Bastikê yê li ser rêya Dihok-Zaxoyê, di garaja malekê de çêbûye û kesên mirine, birayên hev in.
Navê kesên ku mirine Seîd Islah û Mihemed Islah e û temenê wan di navbera 13 û 20 salî de ye.
Li gorî Çavkaniyan, şofêr, sîstema erebeyê ya sotemeniyê, ji benzînê guherandiye gazê û ji ber teqînê, ziyanên mezin gihiştiye xaniyê ku erebe tê de teqiyaye.
Polîs gihiştine cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kirine û Tîmên tendirustiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Lezgîn a Dihokê.