Duh, Kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat ya Cîhana Erebî li Silêmaniyê hat lidarxistin, bi dehan rayedar û kesayetên ji 21 welatên cîhanê tevlî kongereyê bûn, di heman demê de, şandeya PYD’ê ji Rojava û şandeyek jî ji DEM Partiyê ji Bakurê Kurdistanê tevlî Kongereyê bûn.
Îro jî, Kongere di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike.
Talebanî: Azadiya me ji azadiya civakê ye
Serokê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê Bafil Talebanî, di Kongreyê de, da zanîn ku dîroka Kurdistanê tijî êş û azar in û yekîtî hêzeke mezin bi xwe re tîne.
Bafil Talebanî behsa aloziyên Rojhilata Navîn yên wek bê îstîqrarî, koçberî û pevçûnan kir û balkişand ser rola ciwanan di pêkanînê aştiyê de.
Talebanî da xuyakirin ku azadiya wan ji azadiya civakê ye û Ji bo cîhanek demokratîk, divê hemû beşên civakê bi hev re bixebitin û bibin yek, da ku aştiyê bi dest bixin û li hember dijwarîyên civakî û aborî derkevin.
Salih Muslim: Em dixwazin di siberoja Sûriyeyê de hevpar bin
Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim jî, berxwedaniya Rojavayê Kurdistanê li dijî êrîşên dewleta Tirkiyê û çekdarên wê, anî ziman û diyar kir ku ew dixwazin di avakirina siberoja Sûriyeyê de, şirîk bin.
Muslim destnîşan kir ku wan, sûd ji felsefeya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan girtiye û bi saya wê felsefê, li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê modeleke demokratîk a jiyana hevbeş hatiye avakirin.
Salih Muslim da xuyakirin ku ew sîstema nenavendîbûnê dixwazin, ji ber ew sîstem dikare ji bo Sûriye û herêmê, bibe projeyeke aştiyê.
Sibe jî, Kongere wê di roja sêyemîn de, berdewam bike.