KNK’ê Şehîdên Komkujiya Helebçe bi bîr anî

Konseya Rêvebir a KNK’ê, di kesayeta Şehîdên Helebçe û Enfalê de, hemû Şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî û minet bibîr anî. KNK’ê rejîmên kujer û dîktatorên Kurdistanê, bi tundî şermezar kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Konseya Rêvebir a Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya salvegera 38’an a Komkujiya Helebçeyê, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de KNK’ê wiha got:

"Beriya 38 salan, di 16’ê Adara 1988’an de, hêzên rejîma dagiker a Îraqê, bi çekên qedexekirî yên kîmyeyî û jehrdar komkujiyeke mezin li ser xelkê sivîl ê Helebçeyê pêk anî.

Di encamê de nêzî 5000 zarok, jin, mêr, kal û pîrên bê guneh bûn qubanî û şehîd ketin.

Komkujiya Helebçeyê, bû yek ji zincîra tawanên siyaseta qirkirinê bi destê rejîma dagirker a Baasê ya Sedam li Başûrê Kurdistanê.

 

"Komkujiya Helebçe êş û birîneke mezin a gelê Kurd e"

 

Bi kîmyabarankirina deverên Behdînan, Balîsan, Qeredax û Şêxwesanan, komkujiyan dest pê kiribûn.

Komkujiya Helebçeyê, yek ji mînakên herî mezin ên tawankarî yên sedsala 20’an e.

Di navbera çend saetan de, nêzî 5000 hezar kes hatin qetilkirin û hezaran kes jî birîndar bûn.

Helebçe bû êş û birîneke mezin a Gelê Kurd."

Her wiha KNK’ê diyar kir ku dema rejîma Baas desthilat li Îraqê girt, dest bi komkujî û asmîlasyona Kurdan kir.

KNK’ê di berdewamiya daxuyaniyê de got ku ew Helebçeyê qet ji bîr nakin.

Kongreya Netewî ya Kurdistanê di dawiyê de wiha anî ziman:

“Em careke din, di kesayetiya şehîdên Helebçe û Enfalan de, hemû şehîdên Kurdistanê b ibîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînîn.”

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye