Ajansa Hawarê ragihand ku ji bo koma çaremîn a pevguhertina dîlgirtiyan di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de, amadekarî dest pê kirine.
Heman çavkaniyê eşkere kir ku di koma çaremîn de nêzî 200 kesî hene.
Ajansa Hawarê ku xwe dispêre çavkaniyên taybet, ragihand ku qonaxa çaremîn a pevguhertina dîlgirtiyan di navbera QSD û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de, dê hefteya bê were pêkanîn.
Qonaxa yekem a berdana dîlgirtiyan di 10`ê Adara 2026`an de pêk hat, ku 100 kesên ku ji aliyê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve hatibûn girtin li beramberî 100 kesên ku ji aliyê QSD`ê ve hatibûn girtin, hatine berdan.
Qonaxa duyem ku di 19`ê Adara 2026`an de hat pêkanîn, 300 kesên ku ji aliyê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve hatibûn girtin li beramberî 300 kesên ku ji aliyê QSD`ê ve hatibûn girtin, serbest hatine berdan.
Di qonaxa sêyem de jî, ku di 11`ê Nîsana 2026`an de pêk hat, 400 kesên