Sibe wê balyozê Libnan û Îsraîlê li Waşingtonê bicivin

Libnan û Îsraîl wê sibe dest bi hewldaneke dîplomatîk a ku wê bi navbeynkariya Amerîkayê pêk bê, bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wekî pêşgotinekê ji bo dan û standinên paşê ku dibe ku ji hêla Qibrisê ve werin lidarxistin, dê hevdîtinek rû bi rû di navbera Balyoza Libnanê ya li Amerîkayê Neda Hamadeh Mouawad û hevtayê wê yê Îsraîlî Yehiel Leiter de were lidarxistin.

Rojnameya Sharq Ewsat da zanîn ku çavkaniyek nexwest navê xwe eşkere bike got ku, Balyoz Neda Hamada Mouawad ji Serokê Libnanê Joseph Aoun "talîmatên zelal" wergirtiye da ku di navbera Îsraîl û Hizbulahê de daxwaza agirbestê bike.

Li gorî hin agahiyên din jî, tê gotin ku ji Îsraîlê hatiye xwestin ji deverên ku ji destpêka Adarê ve dagir kiriye, jê vekişe.

Çavkanî texmîn kir ku civîn dê "ji deh deqeyan zêdetir nedome".

Li aliyekî din jî, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu red dike ku operasyonên leşkerî yên Îsraîlê yên li sre başûrê Libnanê rawestîne

Her wiha Benjamin Netanyahu îsrar dike ku Îsraîl dê herêmeke ewlehiyê ya bi firehiya heşt heta deh kîlometreyan di nava axa Libnanê de ava bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye