Rêyên Til Temir, Dirbêsiyê û Serêkaniyê vebûn

Piştî 6 salan rêyên Til Temir, Dirbêsiyê û Serê Kaniyê ku bi hev ve girêdayîne, îro hatine vekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bi çavdêriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Asayîşê, rêyên Til Temir- Dirbêsiyê û Serê Kaniyê ku bi hev ve girêdayîne, hatine vekirin.

Di dema vekirina rê de, yek ji fermandarên QSD'ê Serdar Heleb û fermandarê hêzên Asayîşê Mehmûd Xelîl Elî û şandeyek ji Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê amade bûn.

Mehmûd Xelîl Elî di dema vekirina rê de axivî.

Fermandarê hêzên Asayîşê Mehmûd Xelîl Elî diyar kir ku tevahî bendên li ser rê wê werin rakirin û bendeke hevbeş a demkî wê were danîn.

Ev rêyên ku îro hatine vekirin, ji dema dagirkirina Serê Kaniyê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve di sala 2019'an de girtî bûn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye