Hikûmeta Veguhêz welatiyên revandine dikin mertal

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê eşkere kirin ku komên Hikûmeta Veguhêz ciwanên revandine dikin mertal.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Ragihandina ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê bi daxuyaniyekê ragihandin ku hikûmeta Veguhêz ciwanên revandinê weke mertal dixin eniyên pêş.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniya xwe de da zanîn ku di sûceke birêxistinkirî û zelal de komên hikûmeta Veguhêz bi tank û topan êrîşî taxên Helebê dikin, gefên êrîşkirina berxwedan xwarin. Komên hikûmeta Veguhêz hewl didin bi van êrîşên dijwar taxan valan bikin û şêniyên bidin koçberkirin.

Ev siyaseta sîstematîk binpêkirina tevahî qanûn û mîsaqên navneteweyî ye, zihniyeta leşkerî û zexta derûnî li dijî welatiyan nîşan didin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dema êrîşa berfireh a van koman hat têkbirin û nikarîn berxwedana şêniyan têk bibirana, hikûmeta Veguhêz ciwanên neçar mane ji taxên Şêx Meqsûdê derkevin revandin û wekî mertalên zindî di eniyên pêş de bi kar tînin. Di heman demê de kesên temenmezin ji nû ve vegerandin taxê.

Di dawiyê de hat gotin ku bikaranîna welatiyan weke mertal sûcên dermirovî ne, bi hewldana koçberkirina şêniyan e.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye