Serokê Fransayê Emmanuel Macron, Serokwezîre Brîtanyayê Keir Starmer û Serokê Ûkraynayê Volodimir Zelenskiy li gel rayedarên “Koalîsyona Daxwazê” li Parîsê civiyan.
Di encama civînê de Fransa û Brîtanyayê derbarê qonaxa piştî aştiyê de daxuyaniyek îmze kirin.
Keir Starmer ev daxuyanî wek “ragihandina niyetê” bi nav kir û got, ji bo careke din dagirkirinek çênebe, ew ê baregehên leşkerî li Ûkraynayê damezrînin.
Emmanuel Macron destnîşan kir ku dibe bi hezaran leşker li Ûkraynayê bên bicihkirin.
Zelensky diyar kir ku "gaveke mezin ber bi pêş ve" hatiye avêtin lê ji bo ev xebat "têrê bike", divê ev şer bi dawî bibe.
Ji aliyê din ve, nûnerê amerîkî Steve Witkoff teqez kir ku ji bo aştiyeke mayinde, garantiyên ewlehiyê yên mayinde û sozên refahê yên xurt pêwîst in.
Witkoff diyar kir ku hevalbendan piraniya xebatên xwe bi dawî kirine ji bo ku li ser protokolên ewlehiyê li hev bikin.
Rûsya hîn derbarê daxuyanîya Brîtanya û Fransayê de ti daxuyanî nedaye.
Lê belê, Moskova ji mêj ve ye dibêje ku leşkerên biyanî yên li Ûkraynayê dê bibin hedefên rewa.