Çekdarên (Emşat, Hemzat, Nûredîn Zenkî û Sulan Murad) ên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê di van kêliyan de taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd bi tundî topbaran dikin. Di êrîşên li ser taxa Benî Zêd de, 2 kes birîdar bûn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hewl didin wan rakin nexweşxaneyê.
Hat ragihandin ku di êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd de, 9 kesan jiyana xwe ji dest da û 63 kes jî birîdar bûn.
Her wiha hat diyarkirin ku êrîşên çekdarên girêdayî Hikûmeta Veguhêz têk çû û 4 wesayîtên wan hatin rûxandin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb ragihand ku saet di 00.10’an de, çedarên giradayî Hikûmeta Veguhêz bi 5 guleyên obîsan taxa Şiqêf a bajarê Helebê topbaran kirin.
Navendê diyar kir ku di encama êrîşa li ser taxa Şiqêf de zerarên madî çêbûn, der barê zerarên mirovî de heya niha agahî bi dest neketin e.