Hizbullah 150 caran axa Îsraîlê hedef girt

Hizbullahê, bi daxuyaniyekê ragihand ku wan şeva bûrî 6 caran êrîşî hêzên Îsraîlê kirine. Her wiha di nava 10 rojên dawiyê de, bi giştî 150 caran axa Îsraîlê hedef girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hizbullahê, bi daxuyaniyekê bîlançoya şerê bi Îsraîlê re ragihand.

 

Di daxuyaniya Hizbullahê de hat diyarkirin ku ji destpêka meha adarê ve liv û tevgera wan a li dijî artêşa Îsraîlê zêde bûye.

 

Li gorî daxuyaniyê, wan di nava 10 rojên dawî de bi giştî 150 caran  Îsraîl hedef girtiye.

 

Hizbulahê anî ziman ku duh êvarî di navbera wan û leşkerên Îsraîlê de pevçûn derket.

 

Ev pevçûn li nêzîkî bajarokê Aytarûnê yê parêzgeha Nebatiyeyê qewimî ku li ser xeta sînor e.

 

Hizbulahê destnîşan kir ku wan leşkerên Îsraîlê yên li wê herêmê bi mûşekan kirine hedef.

 

Her wiha hat diyarkirin ku li herêma Merkabayê ya li başûrê Libnanê jî bi mûşekan êrişî leşkerên Îsraîlî kirin.

 

 

Hizbullah: Di şeva borî de me 6 caran êrîşî hêzên Îsraîlê kir

 

 

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku ji şevê ve li xalên cuda bi giştî bi 6 êrîşanartêşa Îsraîlê hate hedefgirtin.

 

Artêşa Îsraîlê di 2´ê adarê de ragihandibû ku ji Libnanê mûşek berdane axa wan.

 

Piştî vê yekê Îsraîlê li seranserê Libnanê dest bi êrîşên asmanî kir.

 

Artêşa Îsraîlê biryar dabû ku hebûna xwe ya bejahî ya li Libnanê berfirehtir bike.

 

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê di daxuyaniya xwe ya dawî de hinek amarên nû parve kirin.

 

Li gorî daxuyaniyê, di êrişên Îsraîlê de yên ku ji 2yê Adarê ve didomin, hejmara miriyan derketiye 570yî.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye