Piştî HIkumeta Veguhêz a Suriyê dest bi kar kir û heya niha li Sûriyê betalî zêde bûye û gel di aliyê jiyanî û civakî de gelek zehmetiyan dikşîne.
Êdî li Sûriyê feqîrbûyîn di astên jor de ye, ferq û cûdahî di nava gel de zêde bûye û her wiha bawerî ji ber van sedeman edî bi Hikumeta Veguhêz nemaye.
Hikûmeta Veguhêz a Sûrîyê, karmendên berê ji kar dûr dixe
Hikumeta Veguhêz a Sûriyê li ser hev karmendên ku berê li ser erka xwe bûn ji kar der dixe, ji bo vê yekê jî her roj xwepêşandan ji aliyê gel ve tên lidarxistin.
Li aliyê din jî cudakarî di navbera mûçeyên karmendên berê û yên nû de heye.
Karmendên girêdayî desthilata Ehmed Şera mûçeyên xwe bi dolarên Amerîkî digirin û karmendên kevn jî mûçeyên xwe bi lîreya Sûrî digrin ku ji 100 dolarî kêmtir e.
Li Dêrazor, Idlib, Reqa, Hema û Humsê xwendin di metersiyê de ye
Têkildarî rewşa aborîyê ya ku gelê Sûriyê pêre rû bi rû ye, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê eşkere kir ku li Parêzgeha DêraZor, Idlib, Reqa, Hema û Humsê ji ber nedayîna mûçeyên mamosteyan, krîzeke perwerdehiyê heye.
SOHRˊê da zanîn ku 113 dibistan li Cisir El Şixûrê ya Idlibê tev hatin girtin.
Her wiha mamosteyan bang li Hikumetê kir ku mûçeyên wan baş bikin
Girêdayî van bûyeran li Tebqayê jî piştî Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê ket bajêr hemû karmend û bi taybet mamoste, bi hinceta zanîngeh nexwendine, ji kar hatin dûrxistin.
Li Şamê bijîşkan çalakiyên nerazîbûnê li darxistin
Li aliyê din jî li paytexta Sûriyê Şamê jî doktoran bi çalakiyan li dijî paşguhkirina hikumetê ji maf û dawazên wan re, nerazîbûn nîşan dan.
Doktoran tekez kir ku hikumetê mûçeyên wan ji nêzîkî 1,700,000 lîreyên Sûrî kirin 800,000 lîreyên Sûrî.
Li parêzgeha Reqa û Dêrezor rewşa enerjiyê xerab e
Têkildarî rewşa enerjiyê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku li parêzgehên Reqa û Dêra Zorê rewş her ku diçe xerabtir dibe.
Li bajarê Reqa û Dêrezorê nerazîbûna berfireh a raya giştî ji ber kêmbûna dabînkirina elektrîkê heye.
Li gorî hate diyarkirin ji ber kêmkirina saetên elektirîka giştî, bihayê jeneratorên taybet gihiştiye asta herî bilind.
Ji bo her ampêrek ku bi 10,000 lîreyên Sûriyê bû, niha 25,000 lîreyên Sûriyê tê xwestin.
Her wiha li Dêrazorê jî buhayê amperekê ji 50,000 lîreyên Sûrî zêdetir kirine.
Li paytexta Sûriyê Şamê jî aloziya gazê heye.
Her wiha gaza tê peydakirin jî buhayê wê gihaştiye 500 hezar lîreya Sûrî.
Rewşa aborîyê her ku diçe xirabtir dibe û gel dipirse ewqas alikariyên ku ji aliyê hêzên navdewletî ve hatin kirin çûn ku derê?
Hikumeta Veguhêz a Suriyê bi polîtikayên xwe yên alîgir û cudakar her ku diçe xizaniya nav gel de zêdetir û kûrtir dike.