Li libnanê 26 karmendên tenduristiyê hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê eşkere kir ku ji dema şerê navbera Îsraîl û Hizbullahê de, ku beriya 13 rojan dest pê kiriye, di êrişên hewayî yên Îsraîlê li ser Lubnanê de 26 karmendên tenduristiyê hatine kuştin û 51 kesên din jî birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezaretê di daxuyaniyekê de got ku ji 2'ê Adarê hata roja me ya îro bi giştî 26 kes hatine kuştin û 51 jî birîndar bûn.

Her wiha di daxuyaniyeke din de jî hate diyarkirin ku 12 endamên Tenduristiyê li navenda Tenduristiyê di êrîşeke Îsraîlê de li bajarokê Burc Qelawiyê hatine kuştin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichai Adraee jî Hizbullah bi "bi berfirehî karanîna ambulansan ji bo armancên leşkerî" tawanbar kir.

Her wiha hişyarî da ku Îsraîl wê "li gorî qanûna navneteweyî li dijî her çalakiyeke leşkerî" ya ku Hizbullah bi karanîna ambulansan pêk tîne, tevbigere.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye