Ev 2 rojin li Tirkiyê bajarên weke Çanakkale, Manisa, Edîrne û Bolu şewat derketiye.
Hate ragihandin şewatên ku li bajarên Çanakkaleyê,Manisa,Edîrne û Bolu derketî de, hewildanên ji bo vemirandina şewatê berdewam in.
Agirê ku roja Înê, 8ê Tebaxê, li Çanakkaleyê derketibû û di roja xwe ya duyemîn de hate kontrolkirin.
Pênc gund hatin valakirin û zêdetirî 700 kes hatin vegûhestin, û çar kesên bi gumana şewat derxistine hatin binçavkirin.
Waliyê Çanakkaleyê Ömer Toraman ragihand ku Nexweşxaneya Dewletê ya Mehmet Akif Ersoy li vê herêmê qismî hatiye valakirin "ji bo ku nexweş ji dûmanê bandor nebin."
Navenda lênêrîna temenmezinan a li herêmê jî hate valakirin.
Ömer Toraman bi daxuyaniyekê ragihand ku 2 hezar 90 kes weke tedbîr bi rêya deryayî ji herêmê hatine derxistin.
Her wiha Toraman destnîşan kir ku 77 kes ji ber kişandina dûmanê hatine dermankirin.
Parêzgar Toraman ragihand ku neh balafir, 10 helîkopter, 69 kamyonên avê, agirkuj, alavên avahîsaziyê û 685 personel hewildidin agir konrol bikin.
Ji bo hêsankirina bersivdayînê, Toraman ji welatiyan xwest heta ne hewce be ji ajotinê dûr bisekinin.
Balafirgeha Çanakkaleyê heta saet 7:30 êvarê bi dema Tirkiyeyê ji bo hemî geştan, ji bilî ambulans û balafirên agirkujiyê, demkî hatiye girtin.
Agirê li navçeya Enez a Edîrneyê berdewam dikin
Agirên li gundên Gülçavuş û Büyükevren ên navçeya Enez a Edîrneyê hîn nehatine kontrolkirin.
Şaredara Edîrneyê Filiz Gencan Akın diyarkir ku ew bi baldarî dixebitin da ku agir bi tevahî kontrol bikin û bandorên wê di zûtirîn dem de kêm bikin.
Filiz Gencan Akın diyar kir ku heta niha zêdetirî 200 kes hatine tehliyekirin, lê xetera belavbûna agir li deverek berfirehtir heye.
Li Manîsa û Boluyê jî agir derket
Rêveberiya Giştî ya Daristanan ragihand ku li navçeya Soma ya Manisa û navçeya Mudurnu ya Boluyê jî agir derketiye.
Parêzgariya Boluyê ragihand ku agir bi qismî hatiye kontrolkirin.
Her wiha du gumanbarên têkildarî agir jî hatine binçavkirin.