Çavkaniyeke ji Rêveberiya Xweser, ji televîzyona me re çûyîna şandeyê piştrast kir.
Ji aliyeke din Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan ya Sûriyeyê (SOHR) jî ragihand ku şande ji çend kesên teknîkî pêk tê.
Heman çavkaniyê da zanîn ku armanca serdanê ew e ku rê li ber berfirehbûna aloziyan li eniyên şer were girtin.
Herî dawî hate ragihandin ku hêzên Hikûmeta Şamê bi droneke xwekuj êrîşê xaleke ewlehî ya taxa Şêxmeqsûd kir û di encam de 2 endamên ewlehiyê birîndar bûn.