Merasîm bi dirûşma ‘Şehîd namirin’ destpê kir û êrîşên dewleta Îranê hate şermezarkirin.
Piştî sirûdên netewî û şoreşgerî cenazeyên her 9 şehîdan hatin veşartin.
Hêjayî bibîr xistinê ye 17'ê Tîrmehê supayê Pasdaranê Îranê bi mûşekan û dronan êrîşî Navenda Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê ya li Gundê Zerguêz ya dikeve sînorê Silêmaniyê kirin.
Di encamê wê êrîşê de 9 pêşmergeyên Komele şehîd bibûn û hinek jî birîndar bibûn.