Valakirina Kampa Holê xeteriya DAIŞ`ê zêdetir dike

Di çend rojên dawiyê de, Kampa Holê ji aliyê komên çekdar ên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û endamên wê yên biyanî ve tê valakirin. Ev yek, bûye sedema belavbûna xeteriya çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan di nav civaka Sûriyê de. Belavbûna van malbatan li herêmê ji nû ve avakirina têkiliyê û avakirina şaneyan hêsan dike. Me raporek li ser xerteriya vê mijarê amede kiriye, em bi hev re lê temaşe bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Kampa Holê, bi qasî 45 km li rojhilatê bajarê Hesekê, nêzîkî sînorê Sûriye-Îraqê ye.

 

Ev kamp, bi salan e  weke yek ji xalên herî hesas û aloz a ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dihat hesibandin.

 

 

Piştî ku di sala 2015`an de, ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD ve hate rizgarkirin, kamp ji bo bicihkirina Sûriyên koçber hate bikaranîn.

 

 

Lê belê, piştî têkçûna erdnîgariya çeteyên DAIŞ`ê li Baxozê û piştî ku malbatên çeteyan lê hatin bicihkirin, xeteriya wê zêde bû.

 

 

 

Wê demê, hejmara nişteciyên kampê gihîşt nêzîkî 74 hezar kesan, piraniya wan jin û zarok bûn.

 

Gelek ji van kesan xwediyên paşxaneyên tundrew bûn, ev yek bû sedema ku kamp wekî "bombeyeke eyarkirî " were binavkirin.

 

Tê de torên leşkerkirina zarokên ku wekî "Eşbal El Xîlafê " dihatin binavkirin, dadgehên Şerîetê yên veşartî, kuştin û çavtirsandin, hiştin dever bibe hawîrdorek ji bo ji nû ve vejandina DAIŞ`ê.

 

 

Di 16`ê Çileyê de, komên çekdar ên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, êrîş li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan destpêkirin.

 

 

Di 20`ê Çileya 2026`an de, QSD`ê ji ber bêxemiya navneteweyî ya li hember mijara DAIŞ`ê xwe ji rêveberiya kampê vekişand.

 

 

Di van çend rojan de, hejmara niştecihên kampê daket kêmtirî 5 hezar kesan û beşa biyaniyan hema hema bi tevahî hat valakirin.

 

Ev kêmbûn, di encama valakirineke sîstematîk de ku ji hêla komên çekdar ên Hikûmeta Veguhêz û endamên wan ên biyanî ve pêk hat.

 

Bi şev û bi roj bi qaçaxî û aşkere hat valakirin

 

 

 

Derxistina qaçax a çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan ji hêla çekdaran ve bi gelek awayan pêk hat.

 

Malbat, bi şev bi wesayîtan ber bi deverên cûda ve dihatin derxistin, di heman demê de hin malbat bi komî ber bi kampên nêzîkî sînorê Tirkiyê li bakurê Sûriyê ve dihatin veguhastin.

 

Hin biyanî jî bi qaçaxî ber bi Idlib û deverên din ve dihatin veguhastin û hin kesên mayî jî ber bi kampeke nû li bakurê Helebê ve dihatin veguhastin.

 

Xeteriya belavkirina bîrdoziya DAIŞ`ê di nava civaka sûriyê de

 

Li gorî medyaya erebî, kampa li gundewarê Helebê ku malbatên DAIŞ`ê vediguhêzinê, ji modela kampa Holê pir cuda ye.

 

Înternet lê heye û çavdêrî lê tune ye.

 

Ev yek derî li ber xeteriya belavbûna bîrdoziya DAIŞ`ê di nav civaka Sûriyê de û vejîna rêxistinê vedike.

 

Derxistina wan bi vî awayî û belavkirina malbatên DAIŞ`ê di nav civakê de gelek xeteriyan çêdike.

 

Belavbûna van malbatan li herêmên cuda yên Sûriyê ji nû ve avakirina têkiliyê û avakirina şaneyan hêsan dike.

 

Belavbûneke ku nayê kontrolkirin

 

Kampa Holê 7 salan pirsgirêkeke navneteweyî ya tevlihev bû ku ji hêla toreke pir alî ya ewlehî û mirovî ve dihat birêvebirin.

 

Îro, bar ketiye ser hêzeke herêmî, êdî ew li şûna ku cihekî diyar ku dikare were kontrolkirin veguheriye rewşeke erdnîgarî ye berfireh û nayê kontrolkirin.

 

Dosyaya Kampa Holê nehatiye girtin

 

 

Di encamê de, valakirina kampa Holê ne dawiya pirsgirêkeke tevlihev bû, lê belê ji nû ve şekildana wê bû.

 

Pirsgirêk, bi çareseriyeke berfireh an rehabîlîtasyoneke sîstematîk nehat çareserkirin, lê belê ji cihekî diyar ber bi herêmeke erdnîgarî ya berfirehtir ve hat veguhastin.

 

Kampa Holê neteqiya û ne jî hat girtin.

 

Ew wekî winda bû, lê ew hîn jî dosyayeke vekirî ye û civak xistiye ber xeteriya vegera DAIŞ'ê.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye