Li bajarokê Şêxan ê Dihokê 3 kes mirin

Li bajarokê Şêxan ê Dihokê di encama paqijkirina tankerekê Gazê de ji ber bêhnteng bûnê 3 kes mirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî agahiyên ajansa Rojnews belav kiriye, duh bi şev li bajarokê Şêxan a ser bi Dihokê ve, 5 kesên tankerek Gazê paqij dikirin rastî bêhnteng bunê hatine.

Hate zanîn ku kesên ku di nava depoya tankerê de paqijiyê dikirin, nefesa wan teng dibe û ji ber vê jî 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî heman çavkaniyê kesên jiyana xwe ji dest dane, bav û kurê xwe û welatiyek din jî xizmê wan bû ku alîkariyê dida wan.

Her du kesên rewşa wan ne baş jî, rakirin nexweşxaneyê û lêkolîn hatiye destpêkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye