Kanal Al Arabiye ragihand ku çavkaniyên bijîşkî dane xuyakirin ku li herêma Zîkîmê û eniya Netzarîm li navenda Xezeyê 60 kes hatine kuştin, ew jî dema li benda wergirtina alîkariyan bûn, rastî êrîşên hewayî yên Îsraîlê hatibûn.
Ji aliyê xwe ve jî, Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê eşkere kir ku termê 6 kuştiyan û 26 birîndar gihiştine nexweşxaneya Şîfa ya Xezeyê.
Wezaretê diyar kir, ji duh ve artêşa Îsraîlê operasyonên xwe yên leşkerî li ser Xezeyê, berfireh kiriye.
Her wiha Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî, roja Înê piştrast kir ku ji dawiya meha Gulanê ve, herî kêm hezar û 760 kes, dema ku li benda alîkariyê bûn li Xezeyê hatine kuştin.