Di qezayeke trafîkê de li cezayirê 18 kes mirin

Li paytexta Cezayirê otobîsek wergeriya, 18 kesan jiyana xwe ji dest dan û 24 kesên din jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêveberiya Giştî ya Parastina Sivîl a hikûmeta Cezayirê ragihand ku duh roja înê, li Geliyê Muhemmediyê ya li navçeya Herraş a paytextê, otobîsek ji ser pirayê wergeriya û ket nav ava çem de.

Li gor amarên herî nû yên ji aliyê heman saziyê ve hatine belavkirin, 18 kesan jiyana xwe ji dest dane û 24 kesên din jî birîndar bûne.

Serokkomarê Cezayirê Ebdulmecîd Tebûn sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û roja şemiyê wek roja şîna giştî li tevahiya Cezayirê ragihand.

Piştî wê bûyerê jî, 4 qezayên din ên trafîkê li 4 navçeyên Cezayirê rû dan û di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 kesên din jî birîndar bûn.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24