Li Misirê erdhejeke bi hêza 5.5 pêk hat

Erdhejeke bi hêza 5.5 pileyan li nêzî bajarê Sûweyşê yê Misirê pêk hat; lerizîn li paytext Qahîreyê û çend welatên cîran hat hîskirin, lê li gorî agahiyên destpêkê ti zirarên canî çênebûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Saziya Lêkolînên Astronomî û Jiyofizîkê ya Neteweyî ya Misirê (NRIAG) ragihand ku erdhej saet di 03:00'ê serê sibê de qewimiye. Navenda erdhejê 38 kîlometre li bakurê bajarê Sûweyşê û di kûrahiya 10 kîlometreyan de hat tespîtkirin.

Ji ber ku erdhej di saetên xewê de çêbû, bû sedema tirs û xofeke mezin. toerên ragihandinê û torên civakî bi peyamên welatiyên ku ji ber hejandinê hişyar bûn tije bûn.

Lerizîn her wiha li welatên cîran mîna Îsraîl, Urdun û Filistinê jî hat hîskirin.

Rewşa dawî û tedbîr

Wezareta Tenduristiyê ya Misirê ragihand ku tîmên tenduristiyê û ambûlans li seranserê herêmê ketine rewşa amadebaşiyê.

Li herêma Rawd al-Faraj a Qahîreyê ji ber xetereya hilweşîna avahiyeke kevinar 3 malbat hatin derxistin, lê li derveyî vê rûdanê ti zirarên canî yan madî yên mezin nehatine qeydkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye