Serfermandarê artêşa Ugandayê General Muhoozi Kinirugaba, di postekê de li ser X`ê piştgiriya welatê xwe ji bo Îsraîlê ragihand.
Muhoozi Kinirugaba xwesteka welatê xwe ya bidawîanîna şerê li Rojhilata Navîn anî ziman û got ku cîhan ji şerê berdewam westiyaye û bêzar bûye.
Fermandarê Hêzên Parastina Ugandayê di rêze postên li ser X`ê de tekez kir ku mafê hebûna Îsraîlê heye û êrîşên li dijî wê divê rawestin û wiha eşkere kir:
“Her axaftinek li ser wêrankirina Îsraîlê dikare Ugandayê jî li kêleka Îsraîlê bixe nav şer.”
Her wiha Kinirugaba da zanîn ku, wî ji Amerîka û Îsraîlê re pêşniyar kiriye ku hêzên parastinê yên Ugandayê piştgiryê bidin şerê wan ê ku li dijî Îranê ye.
Muhoozi Kinirugaba got ku di dema ku ew ne tiştek bûn û di salên 1980 û 1990'î de bê hêz bûn, Îsraîl li kêleka wan sekinî û alîkarî da wan û wiha lê zêde kir:
"Niha ku GDP-ya me gihîştiye 100 milyar dolarî ku yek ji mezintirîn bazarên Afrîkayê ye, çima em wan naparêzin?
Eger Îsraîl hewceyî alîkariyê be, birayên wan ên Ugandî amade ne ku alîkariyê bikin."
Serfermandarê artêşa Ugandayê, General Muhoozi Kinirugaba berê jî gotibû ku Ugandayê wê peykerê Yoni Netanyahu ango birayê Benjamin Netanyahu li nava welêt deyne.
Yoni Netanyahu, di sala 1976`an de li Entebeyê, di dema operasyoneke rizgarkirina dîlgirtiyan de ku fermandariya yekîneyeke artêşa Îsraîlê ya bijare dikir, hat kuştin.