Vladimir Putin û Donald Trump bi rêya telefonê axivîn

Piştî civînên nûnerê Amerîkayê ku li Moskov û Kîevê pêk anîn, serokê Rûsyayê Vladimir Putin û serokê DYA‘yê Donald Trump îro bi rêya telefonê axivîn. Her du serokan li ser telîfonê rêbazên bidawîanîna şerê li Ukraynayê nîqaş kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şêwirmendê serokê Rûsyayê Yuri Ushakov got, peywendî demjimêrekê dom kir û "pir avaker û eşkere" bi nav kir.

Her wiha anî ziman ku her du serokan li ser encamên civînên nûnerê Amerîkayê ên bi rayedarên Rûs û Ukraynayê re nêrînên xwe parve kirin.

Şêwirmendê serokê Rûsyayê destnîşan kir ku Putin ji Trump re ragihand ku Rûsya li hember Ewropayê tu dijminatiyê nagire.

Her wiha Putin da zanîn ku tu planên dijminane" yê Moskovê li hember welatên Ewropayê tune ne.

Li gorî Şêwirmendê serokê Rûsyayê ,Trump xwest şerê Ukraynayê bi lez bi bi dawî bibe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye