Careke din alozî di navbera Pakistan û Efxanistanê de derkert.
Wezareta Ragihandinê ya Pakistanê ragihand ku ev operasyon weke bersiva li dijî êrîşên li ser xaka welêt û êrîşa xwekujî ya li mizgefta Îslam Abadê , pêk hatiye.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku “Sirnax û kampên terorê” hatine hedefgirtin.
Hat îdeakirin ku di nava komên hatine hedefgirtin de, çêkereke girêdayî DAÎŞ’ê heye.
Wezareta Parastinê ya Efxanistanê êrîş şermezar kir û hişyarî da ku wê bersiveke guncaw û bi pîvan were dayîn.
Îslam Abadê, cihên rastîn ên êrîşan eşkere nekir û hûrgilî neda.
Wezîrê Ragihandinê Attaullah Tarar li ser X`ê nivîsand ku artêşê tiştê ku wê wekî operasyonên li ser bingeha îstîxbarata bijartî, li dijî heft kampên Talîbana Pakistanî û komên hevalbend bi nav kiriye, pêk aniye.
Tarar dest nîşan kir ku komeke girêdayî DAIŞ´ê li herêma sînor jî bûye hedef.
Cotmeha borî, Pakistanê jî li kûrahiya Efxanistanê êrîş pêk anîbû ku veşartgehên çekdaran hedef girtinibûn.
Ev operasyon, piştî wê yekê tên ku êrîşkarekî xwekuj bi wesayîteke tijî teqemenî li dijî navendeke ewlehiyê li bakurê rojavayê Pakistanê, li ser sînorê Efxanistanê êrîşek pêk anîbû.
Teqîn bû sedema hilweşîna beşek ji navendê, di encamê de 11 leşker û zarokek hatin kuştin.
Rayedarên Îslam Abadê gotin ku êrîşkar welatiyê Efxanistanê bû.
Çend demjimêr beriya êrîşên dawî yên li ser sînor, êrîşkarekî xwekuj li bakurê rojavayê Pakistanê karwaneke ewlehiyê hedef girt, du leşker kuştin.
Piştî tundûtûjiya roja şemiyê, artêşa Pakistanê hişyarî da ku ew ê ti sînordarkirinê nîşan nede û operasyonên li dijî kesên berpirsiyar cihê wan çi bibe jî bidomînin.
Tarar idîa kir ku Pakistanê ji civaka navneteweyî xwestiye ku zextê li rayedarên Talîbanê yên li Efxanistanê bike da ku pabendî Peymana Dohayê bibin ku destûr nedin axa wan li dijî welatekî din were bikaranîn.