Ûkraynayê êrîşî Rûsyayê kir:16 kes hatin kuştin

Rûsyayê ragihand ku di êrîşa Ûkraynayê ya li ser zanîngeha xwendekaran a Luhanskê de, 16 kes hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Karbidestên Rûsî îro gotin ku hejmara miriyên di êrîşa dronê ya li ser zanîngehekê li herêma Luhanskê ya di bin kontrola Rûsyayê de gihîştiye 16 kesan.

Piştî ku Moskowê Kîev bi êrîşa bi dronan a li ser zanîngehekê li bajarê Starobylskê tawanbar kir, Vladimir Putin duh ferman da artêşa welatê xwe ku vebijarkan ji bo bersivdayîna Ûkraynayê amade bikin.

Artêşa Ûkraynayê jî berpirsiyariya êrîşê red kir û got ku wan yekîneyeke fermandariya dronan a li herêmê armanc girtiye û hêzên wan li gorî qanûna mirovî ya navneteweyî tevgeriyane.

Ajansa nûçeyan RIA Novosti, ku ajanseke Rusî ya navneteweyî ye, ragihand ku di encama şer de jimara miriyan gihîştiye 16 kesan.

Di heman demê de 5 kes di bin kavilan de asê mane.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye