Amerîkayê ji bo agahîgirtina li ser 10 berpirsên dewleta Îranê 10 milyon dolar pêşkeş kiriye

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di derbarê 10 rêveberên Îranê de xelata 10 mîlyon dolarî ji bo yên ku agahî bidin eşkere kir. Her wiha di nava van kesan de, Rêberê Bilind ê nû yê Îranê Mucteba Xameneyî jî heye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê Îran û DYA-Îsraîlê, di roja xwe ya 15'an de bi hemû dijwariya xwe berdewam dike.

 

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê xelatek heta 10 milyon dolarî, ji bo agahdariya li ser rayedarên payebilind ên leşkerî û îstîxbaratî yên Îranê ku di nav wan de rêberê nû yê Îranê jî heye, pêşkêş kiriye.

 

Kesên ku Amerîka di derbarê agahiyên li ser wan de pere pêşkeş kiriye ev kesin:

 

Rêberê Bilind yê Îranê Mocteba Xameneyî.

 

Serokê Wekîl ê Nivîsgeha Rêberê Bilind Elî Hîcazî.

 

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî Elî Larîcanî.

 

Şêwirmendê leşkerî Yahya Rehîm Sefewî.

 

Wezîrê Navxwe Îskender Momenî.

 

Wezîrê Îstîxbaratê Îsmaîl el-Xetîb.

 

Her wiha hin kes navên wan nehatiye eşkere kirin lê erkên wan esas hatiye girtine evin:

 

Sekreterê Encumena Parastinê.

 

Serokê Ofîsa Leşkerî.

 

Fermandarê Giştî yê Artêşa Pasdarên Şoreşê.

 

Şêwirmendê Rêberê Bilind.

 

Ev kesên ku Amrîkayê li ser wan agahî xwestiye wekî hêzêk xurt ya leşkerî ku piştî Şoreşa Îslamî ya Îranê di sala 1979'an de hate damezrandin, kesên damezrêner û esasî yên parastina sazûmana olî ya Şîe ye.

 

 

 

Amerîkayê: Mucteba Xameneyî di rûyê xwe de bîrîndar bûye

 

 

 

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth jî, duh got ku rêberê nû yê Îranê Mocteba Xameneyî birîndar bûye û dibe ku ew di rûyê xwe de bîrînên giran xwaribe û rûyê wî xirabûbe.

 

 

 

"Mucteba Xameneyî ji du hewlên kuştinê xilas bûye"

 

 

 

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî IRNA, endamê parlementoyê yê Cehromê Mihemed Reza Rezaei Kouchi ragihand ku Rêberê Bilind ê nû yê Îranê Mucteba Xameneyî, ji du hewlên kuştinê xilas bûye.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye