Platforma Saziyên Demokratîk (PSD) derbarê pîrozbahiyên Cejna Newrozê yên 22'ê Adarê de, li ber avahiya rêxistina DBP'ê ya Êlihê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyekê de derbarê pîrozbahiyên Cejna Newrozê ya Êlihê de wiha hat gotin:
"Banga ku ji meydanên Newrozê bilind dibe eşkere ye:
Pêşeroja Tirkiyeyê bi çareseriyeke demokratîk, hemwelatîbûna wekhev û aştiyê ve girêdayî ye."
Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Hevseroka şaxa bajêr a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan a (DEM Partîyê) Semra Guneş ve hate xwendin.
Semra Guneş, destnîşan kir ku Newroz ne tenê cejneke sembola hatina biharê ye, Newroz sembola azadî, berxwedan û vejînê ye ku ji dîroka Mezopotamyayê heta roja îro dirêj dibe.
Her wiha Semra Guneş dîyarkir ku di nav vî agirî de çirûska Mazlum Doğan heye, ku li zindanên Amedê bû sembola berxwedanê.
"Banga birêz Abdullah Ocalan bingeheke xurt ava kir"
Herî dawî Hevseroka şaxa bajêr a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan a (DEM Partîyê) Semra Guneş balkişand li ser pêvajoyê û wiha got:
" Vekirina rêyên diyalog, danûstandin û siyaseta demokratîk ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd girîng e.
Di vê çarçoveyê de, bangên birêz Abdullah Ocalan ji bo aştî û civakek demokratîk, ku bi salan e perspektîfek çareseriya demokratîk pêş dixe,
Îro jî bingehek xurt ji bo çareseriyê pêşkêş dike."