Berdevkê komîteya çalakiyan a bajarê Kobanê Arif Balî der barê bernameya Newrozê de ji ajansa Nûçeyan a Hewarê re axivî.
Arif Balî diyar kir ku, Newroza îsal wê bi dirûşma “Bi rihê yekitiya neteweyî em ê agirê Newrozê geş bikin" were pîrozkirin.
Berdevkê komîteya çalakiyan a bajarê Kobanê Arif Balî, got:
"Newroza me ya îsal wekî her sal dê li girê Miştenûrê were pîrozkirin.
Wekî tê zanîn girê Miştenûr girekî dîrokî ye, ji bo geşkirina agirê Newrozê û şahiya Newrozê û her wiha ji bo gelê Kobanê cihekî sembolîk ê berxwedanê ye."
Arif Balî, bang li hemû gelê Kobanê û gundewarên wê kir ku bi coş beşdarî Newrozê bibin û wiha lê zêde kir:
"Em bang li gelê xwe dikin ku di 21’ê Adarê saet di 10:00’an de berê xwe bidin girê Miştenûrê.
Şahî, wê di saet 10:30’an de, dest pê bike û heta saet 15:00’an dewam bike.
Em bi hêvî ne ku gel bi awayekî girseyî tevlî şahiya Newrozê bibe û ala Mazlûman û ala berxwedanê bilind bikin."
Berdevkê komîteya çalakiyan a bajarê Kobanê Arif Balî, destnîşan kir ku şahiyên Newrozê dê li Tilxezal, Şêran, Çelebî, Qinê û Helincê û şahiya herî mezin jî li girê Miştenûr were lidarxistin û wiha bi dawî kir:
"Em bang li hemû gelê xwe yê Kurd û Ereb dikin ku di 21’ê Adarê de tevlî şahiya Newrozê bibin."