Karwanê birîndarên Şêxmeqsud û Eşrefiyê gihaşt herêmên Rêveberiya Xweser

Welatiyên sivîl û birîndarên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê gihiştin herêmên Rêveberiya Xweser. Karwanê ku şehîd û birîndar anîn, ji bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Piştî ragihandina agirbesta qismî ya di navbera Hêzên ewlekariyê yên Şêxmeqsud û Hikûmeta Veguhêz de, îro di seatên serê sibehê de, karwanê ku ji şehîd, birîndar û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê pêk tê, gihaşt herêmên Rêveberiya Xweser.

Bi sedan şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku bi armanca piştgiriyê ketibûn rêya Helebê, li navçeya Dêr Hafirê, Karwan pêşwazî kirin.

Saziyên girêdayî Heyva Sor a Kurd, ji bo dermankirinê, birîndar rakirin nexweşxaneyan.

Hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, di 6’ê Çileyê de, êrîşî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd dabûn destpêkirin.

Hêzên Asayîşê jî, di nava 6 rojan de ji bo parastina sivîlan berxwedaniyeke mezin nîşan dan.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye