RÊVEBERIYA XWESER BANGA PARASTINA DESTKEFIYÊN ŞOREŞA 19`Ê TÎRMEHÊ KIR

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera 13'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê daxuyaniyek da û banga parastina deskeftiyên şoreşê kir.

reset font size increase font size

Di daxuyaniyê de, Rêveberiya Xweser salvegera 13'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê li gelên herêmê pîroz kir û biryardariya xwe ya ji bo avakirina Sûriyeya nenavendî ya demokratîk û pirrengî dubare kir.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku ji ber ku welat di nav çerxek tundî û zordariyê de bû. Îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpê kir û nîşaneyên projeyek demokratîk, piralî û nenavendî li ser bingeha îradeya gel xêz kir.

ŞOREŞA 19Ê TÎRMEHÊ JI BO ÇARESERKIRINA TEVAHÎ ALOZIYA HERÊMÊ GIRÎNG E

Rêveberiya Xweser da zanîn ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê, ne tenê ji bo herêmê, lê belê ji bo çareserkirina tevahiya aloziya Sûriyê girîng e.

Gelê me bi hemû pêkhateyên xwe di hevgirtin û yekîtiyê de bi ser ket, qurbaniyên mezin pêşkêş kir û bi hezaran şehîdên ku canê xwe ji bo parastina ax û gelê xwe feda kir û rûmeta mirovahiyê li hember terorîzm û zordariyê parast.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hemû şehîd bi rêzdarî û dilsozî bi bîr anîn û soza xwe ji bo şopandina rêya wan a pêkanîna hemû armancên şoreşê, nû kir.

Bi saya têkoşîna gel û vîna azad, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne nimûneyek ji bo jiyana aştiyane, rêveberiya baş û pêşketina civakê li seranserê Sûriyeyê.

Her wiha ji bo parastina van destkeftiyan û pêşxistina projeya demokratîk, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, banga xebatên hevbeş kir, da ku li ser bingeha nenavendîbûn û demokrasiyê  beşdarî avakirina Sûriyeyeke nû  bibin."

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24