Bi zêdekirina fişarên hikûmeta Îranê li ser girtiyên siyasî û dengên nerazî re, Wezareta Îstixbarata Îranê (Îtilaat) girtina 17 kesan li parêzgeha Îlamê ragihand.
Hinek ji wan bi tawana beşdarbûna li xwepêşandanên zivistana borî û hinekên din jî bi tawana endamtiya di rêxistinên cuda de hatine binçavkirin.
"Ji destpêka şerê Îran-Amerîkayê ve 480 kes li Urmiyê hatine girtin"
Ji aliyekî din ve, Nasir Etebatî, Serokê Giştî yê Dadgeha Parêzgeha Urmiyeyê ragihandiye ku ji destpêka êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê ve, herî kêm 480 kes bi tawanên peywendîdarî şer li wê parêzgeha Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin.
Di nav van kesan de, bi tawana sîxurtiya ji Dezgeha Hewalgirî ya Îsraîlê (Mosad) re, ceza li 10 kesan hatiye birrîn.
Wezareta Îtilaatê: 17 kes bi tawana beşdarbûna xwepêşandan girtin
Di berdewamiya fişar û serkutkirina hikûmeta Îranê de, rêxistinên mafên mirovan ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya girtiya Kurd Kajal Rehîmî, piştî 14 rojên greva birçîbûnê, ber bi xirabûnê ve çûye.
Tenduristiya çalakvana Kurd Kajal Rehîmî ber bi xirabbûnê ve diçe
Malbata Kajal diyar kir ku tevî xirabiya tenduristiya wê, berpirsên dadgeha parêzgeha Sineyê ti guhertin di rêkarên lêkolînê de çênekirine.
Rêxistinan diyar kir ku xortekî 18 salî yê ji Kirmanşanê bi navê Suroş Keremî, ku berî pênc mehan hatibû windakirin, bi tawana "dijminatiya Xwedê" şandine beşa ewlehiyê ya Girtîgeha Dîzelava ya Kirmanşanê.
Ev girtin û fişar di demekê de ne ku rêxistinên mafên mirovan behsa tundtirbûna helwesta hikûmetê ya li hemberî rexnegir û neraziyan dikin.
Rêxistina Efûyê ya Navdewletî (Amnesty International) eşkere kiriye ku ji destpêka şer û aloziyên li wî welatî ve, herî kêm 44 kes li Îranê bi tawana tevlêbûna xwepêşandanan hatine darvekirin û zêdeyî 6 hezar kes jî hatine girtin.
Li hember vê rewşê, pisporên Neteweyên Yekbûyî tevî lihevkirina navbera Îran û Amerîkayê, hişyarî dane ku her rêkeftinek ku rewşa mafên mirovan li Îranê berçav negire, dê kêm û netemam be.