Duh Şandeya Bilind a Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Endamê Mekteba siyasî ya YNK’ê Lalaw Kusret Resûl li gel şandeya Nifşa Nû bi serokatiya Cîgirê Serokê Tevgera Nifşa Nû Rêbiwar Ebdulrehman li hev civiyan.
Ev civîn piştî lihevkombûna Serokê YNK’ê Bafil Talebanî û Serokê Nifşa Nû Şasuwar Ebdulwahîd ku 18’ê Sibatê li hev civiyabûn pêk hat.
Endamê şandeya YNK’ê Salar Serhed têkildarî civînê wiha got:
“Ev civîn di çarçoveya hevkariya siyasî û amadekariyên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ye.
Her du alî kar dikin li ser lihevkirineke kûr ya du alî ku li gorî berjewendiyên xelkê be û guherîn di şêwazê hikûmraniyê de bikin.”