Asayîşê nasnameya endamekî xwe eşkere kir

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ragihand ku yek ji endamên wan ê bi navê Rohat Raco, di 10'ê Çileya 2026'an de, li Helebê jiyana xwe ji dest daye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş), daxuyaniyeke nivîskî weşand.

 

Di daxuyaniyê de, Asayîşê nasnameya endamekî xwe ku di 10'ê Çileya 2026'an de, li Helebê jiyana xwe ji dest daye, eşkere kir.

 

Di daxuyaniyê de, Fermandariya Asayîşê wiha got:

 

"Bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş), em bi serbilindahî şehadeta hevrêyê xwe Riyad Mistefa ku bi navê Rohat Raco tê naskirin, radighînin.

 

Hevrêyê me Riyad Mistefa sala 1977'an li bajarê Tebqayê jidayik bû.

 

Bi hezkirina xwe ya li hemberî welat û xizmeta civaka xwe dihat nasîn."

 

Fermandariya Asayîşê wiha berdewamî da daxuyaniyê:

 

"Ş.Rohat, sala 2011'an tevlî Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) bû.

 

Heleb jî di nav de li gelek cihan xizmet kir û beşdarî gelek dewreyên perwerdeyê bû.

 

Di nav hevalên xwe de bi disîplîn û dilsoziya xwe ya bi erkên xwe re dihat nasîn."

 

Fermandariyê got ku Rohat di sala 2016'an de beşdarî şerên Helebê bûye û berxwedanek lehengane nîşan daye û pêde çû:

 

"Di demên dawîn de tevlî berxwedana destanî û qehremanî ya ku hêzên wan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nîşan dane bû.

 

Piştî jiyaneke tijî fedakarî, di 10'ê Çileya 2026'an de li taxa Şêxmeqsûd şehîd bû."

 

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş), di dawiyê de sersaxî ji malbata Rohat Raco re xwest û soz dan gelê xwe ku xeta şehîdan bişopînin ta hêviyên gel yên jiyaneke azad û ewle bi dest bixin.

 

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya endamê wan wiha ye:

 

Nasnav: Rohat Raco

Nav û paşnav: Riyad Mistefa

Navê dayikê: Eslem

Navê bav: Osman

Cih û dîroka şehadetê: Heleb-Şêxmeqsûd, 10 Çile 2026

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye