Jinên Îdirê: Em dixwazin rêberê me azad bibe

Bajarê bakurê Kurdistanê Îdirê ku bi rewşa xwe ya kozmopolît tê nasîn, duh bi coşeke mezin Newroz hat pîrozkirin. Jinên tevlî pîrozbahiyê bûn, piştgirî dan Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û gotin: “Tekane daxwaza me, azadiya Abdullah Ocalan e.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îdir, yek ji bajarên bakurê Kurdistanê ye.

 

Bajarekî pirnasnameyî ye ku gelên Azerî, Terekeme, Tirk û Kurd bi sedsalan e bi hev re lê dijîn.

 

Li vî bajarî, bi sedsalane ziman, çand û ezmûnên jiyanê yên neteweyên cûda ketine nav hev û bi hevra jiyane.

 

Bi boneya pîrozbahiyên Newrozê li Îdirê jî Cejna Newrozê bi çoş hate pîroz kirin.

 

Jinên ku li qada pîrozbahiya Cejna Newrozê kom bûn li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivîn.

 

 

'Dewlet çi bike jî em Kurd in'

 

 

Kudret Çakmasê, diyar kir ku ew ji bo yekitiya gelan li qada Newrozê ye û got:

 

"Dewlet çi bike jî em Kurd in. Me bikuje jî em Kurdin.

 

Tişteke ku ji Kurdan mezintir nîne.

 

 Li vir em hemû gel bi hevre dijîn.

 

Em bi hevre tên û bi hevre diçin.

 

Em dixwazin ku ev pêvajoye baş derbas bibe."

 

 

'Em ê bi ser kevin û dê rêberê me azad bibe'

 

 

Ayşe Bagisê jî ji bo azadiya fizîkî ya Damezrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan wiha axivî:

 

"Em ji bo azadiya xwe li vir in. Em dixwazin serokê me azad bibe.

 

Em dixwazin ku ev Newroz bibe Newroza azadiyê, Newroza şahiyê.

 

Em ê bi ser bikevin û dê serokê me jî azad bibe. "

 

Miskap Anuş a ku bi cil û bergên xwe yên herêmî li qada Newrozê, cihê xwe girtî jî got:

 

"Ez ji bo aştiyê li vir im.

 

Em bi hêvîdar in ku ev pêvajo dê bi ser bikeve.

 

Banga min ji gele Kurd re ew e ku di vê pêvajoyê de tifaqiya xwe çêbikin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye