Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên salekê yên li hemberî jinan ên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê raporek weşand.
Li gorî raporê, ji 21'ê Adara 2025'an heta 21'ê Adara 2026'an li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 61 jin hatin darvekirin.
Her wiha 13 jin jî cezayê darvekirinê li wan hatin birîn.
Destdirêjî li 74 jinan hate kirin, 30 jin hatin kuştin
Di raporê de hate gotin, destdirêjî li 74 jinan hate kirin, 30 jin hatin kuştin û 187 bûyerên tundiyê yên li nava malbatê hatin tespîtkirin.
Li gorî raporê, 13 jin ji ber ku nexwestin bi zorê serê xwe binixumînin hatin binçavkirin, 4 jin hatin girtin, 11 jin jî ji bo îfadeyê bang li wan hate kirin.
Hate ragihandin ku 7 jin jî ketin ber lêpirsîna hêzên Wezareta Îstîxbarata Îranê.