Tengava Hurmizê xwedî girîngiyeke stratejîk a bêhempa ye.
Ew yek ji girîngtirîn rêyên deryayî yên veguhastina enerjiyê li cîhanê ye, ji ber ku rêjeyek mezin ji bazirganiya deryayî ya petrol û gaza xwezayî di wir re derbas dibe.
Ev tengav li herêmeke jeopolîtîk a pir hesas de ye ku Kendava Erebî û Okyanûsa Hindî bi hev ve girêdide, ji ber vê yekê ew di hevsengiyên siyasî û aborî yên navneteweyî de wekî mîhwerek sereke ye.
Welatên hilberînerên petrolê yên Kendavê ji bo hinardekirina çavkaniyên xwe bo bazarên cîhanî pişta xwe bi wê tengavê ve girêdidin.
Tengava li bakurê Îranê di navbera Îran, Oman û hem jî Emîrtiyên Erebî yên Yekbûyî de dikeve.
Ev tengav li xala xwe ya herî teng bi qasî 33 kîlometreyan fireh e, di heman demê de rêyên veguhastinê yên ewle tenê çend kîlometreyan fireh in ku ew dike xalek stratejîk a sînordarkirinê ji bo bazirganiya cîhanî.
Ev tengav tekane rêya deryayî temsîl dike ku welatên wekî Qeter, Behreyn, Iraq û Kuweytê bi rêyên navneteweyî yên deryayî û bazirganiyê ve girêdide.
Di heman demê de ew deriyekî sereke ji bo Îmarat, Erebistana Siûdî, Oman û Îranê ye.
Bandora tengavê li bazrganiya cîhanî piştî şerê Amerîka Îsraîl û Îranê
Ji dema destpêkirina şerê di navbera Îsraîl-Amrîka û Îranê de, Îranê vê tengavê di warê siyasî de, wekî zextekê bikar tîne.
Îranê rêya keştiyên bazirganiyê yên di vê tengavê de derbas dibin, asteng dike û vê yekê jî bandoreke neyînî li aboriya cîhanî kir.
Li gorî Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Keyaniya Yekbûyî (UKMTO), ji destpêka şer di 28ê Sibatê de heta niha nêzîkî 20 keştî rastî êrîşê hatine.
Analîzek Bloomberg a daneyên keştîvaniyê di van demên dawiyê de û ji dema destpêkirina şer, nîşan dide ku tevgera keştîyên bazirganî yên di Tengava Hurmizê de, li gorî heman serdema sala borî ji %85 zêdetir kêm bûye.
Piştî gefên Îranê yên ku gotibû dê agir berde her keştiya ku hewl bide di Tengava Hurmizê re derbas bibe tevger li wê tengavê pir kêm bû.
Peyama bi zimanê tund a Tehranê di daxuyaniyekê de ji aliyê General Sardar Cebarî ve hat dayîn, ku tê de tekez kir ku welatê wî "dê nehêle dilopek petrol ji herêmê derkeve."
Ev alozî bandoreke yekser li ser bazarên cîhanî kir û bihayên petrolê zêde kir ku her roj di guhertinê de ne.
Bandora Tengava Hurmizê li lêçûna pêdiviyên çandiniyê û hilberîna xwarinê
Rola Kendava Hurmizê ne tenê bi petrol û gazê sînordar e; kendav herwiha wekî korîdoreke jiyanî ji bo petrokimya û zibilên kîmyewî yên ku li Kendavê tên hilberandin û ji bo bazarên çandiniyê yên li seranserê cîhanê tên hinardekirin, kar dike.
Ji ber vê yekê, ev rêya avê ne tenê bandorê li bazarên enerjiyê dike, lê di heman demê de bandorê li lêçûna pêdiviyên çandiniyê û hilberîna xwarinê jî dike.
Piraniya xwarinê ji derve tê importkirin ku Erebistana Siûdî zêdetirî 80% ji xwarina xwe, Îmarat nêzîkî 90% û Qeter jî nêzîkî 98% import dike.
Ev welat ji bo piraniya importên xwe yên xwarinê pişta xwe bi tengavê ve girêdidin.
Ji dema girtina tengavê ji alî Îranê ve, hinardekarên xwarinê li rêyên alternatîf digerin ku ev rê hem bihatir in û hem jî ji aliyê lojîstîkî ve dijwartir in û nikarin bi tevahî cihê herikîna dabînkirinê ya windabûyî bigirin, ev yek jî metirsiya bihayên bilindtir û kêmtir vebijêrkan ji bo korîdaran zêde dike.
Heta Îran jî ji bo beşeke girîng a bazirganiya xwe pişta xwe bi tengavê ve girê dide.
Bernameya Xwarinê ya Cîhanê hişyarî da ku zincîreyên dabînkirinê dibe ku rûbirûyî astengiya xwe ya herî giran bibin ji dema COVID-19 û derketina şerê berfireh li Ukraynayê di sala 2022an de.
CNN ji Cîgirê Rêveberê Cîbicîkar ê bernameyê Karl Skoe, got ku lêçûnên barkêşiyê bi awayekî tund zêde bûne û destnîşan kir ku krîzê heta niha ne bûye sedema kêmasiyeke nêzîk a xwarinê, lê bandoreke neyînî li ser barkêşiya deryayî kiriye.
Nimuneyên bandora aborî yên ku girtina Tengava Hurmizê li ser GDP-ya cîhanî analîz dikin nîşan didin ku windahiyên aborî yên cîhanî dikarin ji 330 milyar dolarî heta 2.2 trîlyon dolarî bin.
Ev yek jî li gorî dirêjkina pevçûnan ji ber her ku şer berdewam dike, xetereyên li ser aboriya cîhanî zêde dibin.