Almanya sozên penaberiyê ji bo Afganan paşve kişand

Almanya deriyên xwe bi tevahî li penaxwazên Afgan girtin. Berlînê daxwaza penaberiyê ya hezar û 800 afganan red kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Afganên mijara gotinê demeke dirêje li Pakistanê li benda vîzeya alman bûn.

Almanyaya ku soz dabû vê koma afganan, bi agahdariyekê ji nişka ve paşve gav avêt.

Berlînê ragihand, êdî tu berjewendiya siyasî nemaye ku daxwaza penaberiyê ya wan bê qebûlkirin.

Berdevka Wezareta Navxweyî ya Almanyayê, eşkere kir ku 640 kesên li Pakistanê li benda veguhestina Almanyayê ne dê nikaribin werin.

Hikûmeta berê, soz dabû ku wê çalakvanên mafên jinan, parêzer, rojnamevan û kesayetên din ên muxalefetê yên ji Afganistanê, qebûl bike.

Lê Wezîrê Karên Hundir a Almanyayê Alexander Dobrindt ev sozên ku hatin dayîn, betal kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye