Hêzên Rûsyayê zêdetirî 490 dronên Ûkraynayê têk birin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku pergala parastina hewayî di 48 saetên dawî de, zêdetirî 480 dronên Ûkraynayê xistine xwarê. Her wiha bajarokek li parêzgeha Donetskê kontrol kirine û zêdetirî 1000 leşkerên Ûkraynayê li eniyên şer ên cûda bêbandor kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Yekîneyên parastina asmanî yên Rûsyayê, di 24 saetên dawî de heft mûşekên HIMARS û 25 dronên Ûkraynayê li ser çend herêman xistine xwarê.

Di daxuyaniyekê de, Wezareta Parastnê ya Rûsyayê got: "Di şeva borî de pergala parastina hewayî 25 dronên Ûkraynayê asteng kirin, ku 22 ji wan li ser Herêma Rostov û sê jî li ser Herêma Stavropolê hatin xistin.

Wezareta Parastinê bal kişand ser vê yekê jî ku hêzên Rûsyayê, di çarçoveya operasyoneke leşkerî ya taybet de, bajarokê Lunacharskoye yê li Donetskê kontrol kirine.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24