Lezgin

RÛSYA FERMÎ DANPÊDAN BI HIKÛMETA TALÎBANÊ KIR

Piştî 4 salan ji vegera li ser desthilata Efxanistanê.. Rûsya yekem dewlet e ku danpêdaneke fermî bi hikûmeta Talîbanê dike.

reset font size increase font size


Wezareta Derve ya Rûsyayê roja Pêncşemê (3ê Tîrmehê) piştrast kir ku Moskova bi fermî “danpêdan bi Îmarata Îslamî ya Efxanistanê a ku ji aliyê Talîbanê ve tê rêvebirin`` kiriye.

Sefîrê Rûsyayê li Kabîlê got ku biryara itîrafa bi Talîbanê re ji aliyê Serok Vladimir Putin ve li ser pêşniyara Wezîrê Derve Sergey Lavrov hatiye dayîn.

Beriya wê jî ala Efxanistanê, ku ji hêla Talîbanê ve hatiye pejirandin, cara yekem li ser balyozxaneya li Moskova hat bilindkirin.

TALÎBAN Û SENARYOYA VEGERÊ

Talîban komeke Îslamî ya Sunnî ye di sala 1990î de li Efxansitanê derketiye holê. Ew ji nav refên cîhadiyan ji  dayik bûye û îdeolojiya wê li ser şîrovekirinên hişk ên zagonên îslamê ye.

Efxanistan ji sala 1996-2001 di bin kontrola Talîban de bû, paşê ev kontrolkirin ji hêla Amerîka ve hat pûçkirin. 
Vegera Talîban a li ser desthilata Afxanistanê di Tebaxa 2021an de bû piştî hilweşîna hikûmetê û vekişîna hêzên Amerîkî. 
ÇIMA DI VÊ DEMÊ DE ?

Heta berî ketina Kabîlê jî, Rûsya bi Talîbanê re rêyên ragihandinê domand û baylozxaneya xwe vekirî hişt wek nîşaneya daxwaza pêşxistina dîplomasiyê di navbera herdu aliyan de. Paşê danûstandinên fermî yên dîplomatîk navbera wan de pêş ketin. 

Ev danpêdan aliyên stratejîk ên kûrtir hildigre, di nav de siyasî, aborî û berjewendiyên ewlehiyê ya ji bo misogerkirina aramiyê li Asyaya Navîn.
 
Şopdar bawer dikin ku ev gava ku hatî meşandin; peyameke siyasî ye ji Washingtonê re, naveroka wê; dagirtina valahiya ku ji hêla Welatên Yekbûyî yên Amerîkayê ve hatiye hiştin û berfirehkirina bandora Rûsyayê li herêmê.

BANDORÊN DANPÊDANÊ

Tê texmînkirin ku ev gav rê li pêşiya hin welatên din jî veke ku itîrafekê bi Talîban bikin. An jî têkiliyan bi wan re deynin û di nav tecrîda navneteweyî de piştgiriyek exlaqî û siyasî peyda bike.

Di heman demê de, dibe ku Moskova pozîsyona xwe wekî lîstikvanek sereke ya herêmî di şerê Afxanistanê de ispat dike.

Li aliyê din dibe sedema rageşiyeke kûrtir a bi Welatên Yekbûyî re.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24