Lezgin

PIŞTÎ ŞERÊ 12 ROJAN XAMÎNEYÎ DI MERASÎMA AŞÛREYÊ DE XUYA KIR

Elî Xamineyî piştî şerê Îran û Îsraîlê cara yekem li Tehranê di merasîma şînê ya Aşûreyê xuya kir.

reset font size increase font size

Serokê olî yê Îranê Alî Xameneyî bi boneya roja Aşûreyê a ku salvegera şehadeta Îmamê sêyemîn Husên ibn Elî  ye,  li Tehranê beşdarî merasîma şînê bû.

Di merasîma Aşûreyê de li gel berpirsên bilind ên Îranê, gelek kes amade bûn.

Di vê boneyê de alimê mezhebê Şîa Mesûd Alî  axivî  û  diyar kir ku  gelê Îranê wê ti caran teslîmî siyaseta derewîn a Siyonîzmê nebe.

Hêjayî bibîrxistinê ye; Xamineyî piştî şerê Îran û Israîlê yê 12 rojan cara yekeme derdikeve pêşberî kamerayan li cihên cemawerî.  

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24