Îsraîl û Libnanê li ser bicihanîna agirbesteke mercdar li hev kir

Îsraîl û Libnanê bi navbeynkariya Amerîkayê li ser bicihanîna agirbesteke mercdar li hev kir. Hizbulah jî dan û standinên Libnanê yên bi Îsraîlê re red dike. Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Neîm Qasim got ku ev yek nexşerêyek e ji bo tunekirina beşeke mezin ji gelê Libnanê û kolekirina yên mayî ye. li aliyekî din Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew dixwaze pêvajoya aştiyê ya di navbera Îsraîl û Libnanê de ji şerê navbera Amerîka û Îranê cuda bike. Lê belê, Tehran dixwaze her du aloziyan bi hev re têkildar bike. Pasdarên Şoreşa Îranê jî tekez kir ku divê Îsraîl ji hemû axa Libnanê vekişe û êrîşên xwe rawestîne.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Îsraîl û Libnanê li ser bicihanîna agirbesteke mercdar li hev kir.

Amerîka jî navbeynkariya vê agirbestê kir.

Lê belê bicihanîna wê, bi mercê rawestandina temam a êrîşan û vekişîna çekdarên Hizbulahê yên li başûrê Libnanê ve hatiye girêdan.

Nûnerên dîplomatîk ên her du welatên ku pêwendiyên wan ên fermî bi hev re tun in di gera çaremîn a dan û standinên xwe yên rasterast ên li Washingtonê de li ser vê agirbesta mercdar li hev kir.

Biryar e, her du alî ji bo guftûgoyên siyasî û ewlehiyê yên zêdetir, 22yê hezîranê bicivin da ku bigihêjin peymaneke piştgir.

Yek ji xalên sereke yên peymanê avakirina “herêmên mînak” ên li başûrê Libnanê ye.

Di wan herêman de artêşa Libnanê dê hemû komên li derveyî dewlet dûr bixe û bi temamî axê kontrol bike.

Ev agirbest girêdayî rawestandina temam a êrîşên Hizbulahê û vekişîna çekdarên wê ya ji wan herêman e.

Hizbullahê plana agirbestê ya Îsraîl û Libnanê red kir

Li aliyekî din, Hizbullahê plana agirbestê ya ku hikûmetên Libnan û Îsraîlê li hev kiribûn, red kir.

Hizbullahê desthilata Libnanê agahdar kir ku ew agirbesta bi Îsraîlê re red dike.

Qasim: Heya dagirkerî hebe, berxwedan wê berdewam be

Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Neîm Qasim ê ku tev li dan û standinan nebûye da zanîn ku dan û standin "şerm in" û daxuyaniya Washingtonê red kir.

Di heman demê de Neîm Qasim wiha got:

"Ew daxuyanî nexşerêyek e ji bo tunekirina beşeke mezin ji gelê Libnanê û kolekirina yên mayî ye."

Qasim anî ziman ku heya dagirkerî hebe, berxwedan wê berdewam be.

Her wiha serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew dixwaze pêvajoya aştiyê ya di navbera Îsraîl û Libnanê de ji şerê navbera Amerîka û Îranê cuda bike.

Lê belê, Tehran dixwaze her du aloziyan bi hev re têkildar bike.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî hişyarî da ku her êrîşa li ser Beyrûtê dê bibe sedema destpêkirina temam a şer.

Pasdarên Şoreşa Îranê: Divê Îsraîl ji hemû axa Libnanê vekişe

Pasdarên Şoreşa Îranê jî bi daxuyaniyekê anî ziman ku şertê wan ji bo bidawîanîna şerê bi Amerîkayê re û gihîştina rêkeftineke agirbestê, divê  şer li Libnanê bi dawî bibe.

Her wiha pasdaran tekez kir ku divê Îsraîl ji hemû axa Libnanê vekişe û êrîşên xwe rawestîne û wiha lê zêde kir:

“Gelê Libnanê dê nehêle ku rejîma dagirker, bi rêya rêkeftineke ferzkirî û bi piştgiriya rejîma Amerîkî, tiştê ku di şer de nekarî bi dest bixe, bi dest bixe."

Tevî agirbestê jî hîn êrîş berdewam in

Tevî agirbestê jî hîn êrîş berdewam in.

Hizbulahê bi mûşekan êrîşî leşkerên Îsraîlê yên li bakurê Îsraîlê kir.

Di heman demê de, artêşa Îsraîlê diyar kir ku wan dronek û du mûşekên ku ji Libnanê hatine avêtin, xistine xwarê.

Ajansa Neteweyî ya Libnanê jî eşkere kir ku bi çend saetan piştî ragihandina agirbestê, balafirên bêmirov ên Îsraîlê başûrê Libnanê bombebaran kir.

Heman ajansê diyar kir ku balafirên bêmirov ên Îsraîlê li 3 herêmên başûr rê bombebaran kirin û erebeyek hat hedefkirin.

Îsraîlê, di van demên dawiyê de, êrîşên xwe zêdetir kirine û êrîş û bipêşveçûna herî mezin a bejahî li ser axa Libnanê daye destpêkirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye