Di vê pêşangehê de 124 pirtûkxane û weşanxaneyên Başûrê Kurdistanê, 5 pirtûkxaneyên Rojhilatê Kurdistanê û weşanxaneyeke Bakurê Kurdistanê bi deh hezaran pirtûkên cuda beşdar bûn.
Taybetiya vê pêşangehê ew e, ku hemû pirtûk bi Kurdî ne û pirtûkên bi zimanên biyanî tê de nînin.
130 weşanxane û pirtûkxane di vê pêşangehê de beşdar in
Girîngiya vê pêşangehê jî ji bo zêdetir xwendina bi zimanê Kurdî ye û ji bo dewlemendkirina çanda Kurdî alîkar e û gaveke ji bo ku xwendevan bi pirtûkan re li hev werin.
Vekirina pêşangeheke tenê bi Kurdî, dê bandora wê li ser zêdekirina xwendinê hebe, bi taybetî di nav nifşê nû de.